Partiya Doza Îslamî Malikî weke namzetê serokwezîrtiyê nîşan da

Meclîsa Bilind a Partiya Doza Îslamî ya Iraqê ragihand ku wan biryar daye Nurî Malikî weke namzetê serokwezîrtiyê nîşan bidin.

Meclîsa Bilind a Partiya Doza Îslamî ya Iraqê ku Nurî Malikî sekreteriya wê ya giştî dike, daxuyanî da û ragihand ku bi piraniya dengên endamên encûmena partiya wan, Nurî Malikî wek namzet ji bo posta serokwezîrtiya bê ya Iraqê nîşan dane.

Nurî Malikî îro derbarê avakirina hikûmeta nû ya Iraqê ji bo bi rayedarên PDK’ê û Herêma Kurdistanê bicive, çû Hewlêrê.

Li gor agahiyan wê heftiya bê tevgera aliyên siyasî ya ji bo diyarkirina namzetên her sê serokatiyên Iraqê zêdetir bibe.

Çarçoveya Hemahengî biryara avakirina fraksiyona herî mezin a parlementoyê daye. Her wiha biryar daye ku di zûtirîn dem de hikûmeta nû ya Iraqê ava bike. Bi vê armancê jî Nurî Malikî wek serokê şandeya danûstandkar a Çarçoveya Hemahengî hatiye diyarkirin.